Navê Pêşnûmeyê bû ''Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî''

Navê qanûna çarçoveyî ya li Tirkiyê bû “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî”. Qanûna ku ji 12 xalan pêk tê dê sibe di seat 10.30`an de pêşkêşî Serokiya Meclisê bê kirin. Îro Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş îmza kirin. Wê sibe jî Dem Partî qanûna çarçoveyî îmze bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat Nûkirin: Navê qanûna çarçoveyî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşkeşî Meclisê bê kirin, diyar bû.

Navê, “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” li qanûna çarçoveyî hate kirin.

Devlet Bahçelî û Numan Kurtulmuş qanûna çarçoveyî îmze kirin

Qanûna ku 12 xalan pêktê dê sibe di seat 10.30`an de pêşkêşî Serokiya Meclisê bê kirin.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî îmza kirin. 

Wê sibe Dem Partî qanûna çarçoveyî îmze bike

Her wiha wê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan û endamên şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol sibe beriya nîvro qanûna çarçoveyî îmze bikin.

Piştî qanûn pêşkêşî Serokiya Meclisê bê kirin jî wê seat di 11.00`an de AKP`ê û MHP`ê daxuyaniyeke hevpar bidin.

Di daxuyaniyê de Serokê Koma AKP`ê Abdullah Guler, Serokwekîlê Koma AKPê Efkan Ala û Serokwekîlê Koma MHPê Erkan Akçay, Fîlîz Kiliç û Fetî Yildiz dê cih bigirin.

AKP ji bo qanûna çarçoveyî bi CHP'ê re civiya 

Li gel serdan û civînên partiyên siyasî jî didome.

Îro Serokwekîlê Koma AKPê Abdulhamît Gul û Serokê Edaletê yê Meclisê Cuneyt Yuksel derbarê qanûna çarçoveyî de bi Serok Wekîla Koma CHPê Sevda Erdan Kiliç re hevdîtin kirin.

Rayedarên AKP'ê duh serdana Dem Partî û MHP'ê kirin

Duh êvarê, partiyên siyasî li Parlamentoyê li ser "qanûna çarçoveyî" nîqaş kirin.

AKP pêşî bi DEM Partiyê û dû re jî bi MHP re civiya.

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş  jî bi Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala û Serokê Komê Abdullah Guler re hevdîtin pêk anîbû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye