Dê û bavekî Kurd bêyî zarokên xwe ji Almanyayê hatin dersînorkiri

Li eyaleta Hessen a Almanyayê, dê û bavekî Kurd bêyî sê zarokên xwe yên piçûk (5 mehî, sal û nîvî û 3 salî) hatin dersînorkirin. Zarok ji aliyê Saziya Ciwanan (Jugendamt) ve hatin girtin, ev pêngav wekî "skandal" hat pênasekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Saziya Ciwanan a Almanyayê (Jugendamt) ji ber sedemên ewlehiyê mafê welayetê bi awayekî demkî ji dê û bav standibû û sê zarokên wan ên piçûk li cihekî din bi cih kiribûn. Piştî ku dê û bav bêyî zarokên xwe hatin dersînorkirin, Konseya Penaberan a Hessenê hişyarî da ku ji ber qedexeya vegerê ya li ser dê û bavan, metirsiya veqetîneke hetahetayê ya malbatê heye.

Rêveberê Konseyê, Timmo Scherenberg, ev bûyer wekî skandaleke kêmwêne pênase kir û destnîşan kir ku heta niha mînakên bi vî rengî tenê li Amerîkayê hatin bihîstin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye