Mazlûm Ebdî rêzehevdîtinên xwe yên li Ewropayê didomîne

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî duh li Îtalyayê bi Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê re hevdîtin kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Îro jî Ebdî gihîşt Fransayê û bi Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot û rayedarên din re civiya.

Der barê hevdîtinên Ebdî de, hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Piştî têkiliyên xwe yên li Fransayê, tê payîn ku Ebdî biçe Holanda û Belçîkayê û li wir jî civînên bi heman rengî li dar bixe.

Ebdî plan dike digel rayedarên Wezaretên Karên Derve û Parastinê yên welatên ku ew ê serdana wan bike, bicive.

Hat ragihandin ku rojeva rêzehevdîtinên Mazlûm Ebdî pêkanîn û entegrekirina peymana  29’ê çileyê û hevrêziya li Sûriyê ye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye