Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek da.
Hat ragihandin ku di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî de, ku di bin serokatiya Hevserokên DEM Partiyê de pêk hat, pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi berfirehî hatiye nirxandin.
Ayşegul Dogan,amadekirina qanûnek demkî li Parlamentoya Tirkiyê ji bo pêvajoyek aştiyê mayînde bibe weke mijara herîlezgîn bi nav kir.
Di daxuyaniya xwe de, Dogan behsa rêziknameyên derbarê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî kir.
Wê tekez kir ku ev pêvajo berpirsiyariya hevpar a hemû aktorên siyasî ye - ne tenê partiyek tenê û bang li Parlamentoyê kir ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne.
Mercên Ocalan û amadekariyên kongreyê di rojevê de ne
Di daxuyaniya xwe de, Ayşegul Dogan tekez kir ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê şert û mercên Abdullah Ocalan werin baştirkirin.
Di heman demê de, Berdevka DEM Partiyê ragihand ku weke Dem partî ew amadekariyên xwe yên kongreyê didomînin û dê di 20’ê Îlonê de kongreya xwe li dar bixin.
Di dawiya axaftina xwe de, Ayşegul Dogan bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û diyar kir ku divê şer û pevçûnên li herêmê bi dawî bibin.
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Rojhilata Navîn hewceyî demokratîkbûnê ye û banga aştiya herêmî kir.
Hemû çav li ser civîna îro ya MGK'ê ne
Ji aliyeke din civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyê di bin serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de tê lidarxistin.
Hate ragihandin ku yek jî rojeva serke pêvajoya aştî û gavên ku di vê çarçoveyê de werin avîtin.