Til Aviv: Heta Hizbullah neyê rakirin em venakişin

Başûrê Libnanê dîsa bûye navenda aloziyên siyasî û leşkerî, bi taybetî piştî peymana nû ya navbera Îran û Amerîkayê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî Axios, şêwirmendê Netanyahu got ku Îsraîl xwe bi peymana DYA û Îranê ve girêdayî nabîne û siyaseta xwe li Libnanê bi awayekî serbixwe dimeşîne.

Netanyahu ji Trump re ragihandiye ku hêzên Îsraîlê ji Başûrê Libnanê venakişin heta ku Hizbullah bi tevahî neyê bêçekkirin û ji sînoran dûr neçe.

Axiosê ragihand ku Donald Trump peyameke hişk ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re şand û jê xwest ku xwe ragire û serkirdayetiyeke berpirsyarane nîşan bide.

Di heman demê de, serokê Libnanê Cozêf Ewn got ku dan û standin tenê mafê dewleta Libnanê ye û her çareserî divê li gorî berjewendiyên welêt be.

Ev hemû pêşketin nîşan didin ku rewşa Başûrê Libnanê hîn jî di nava aloziyeke giran de ye û pêşeroja herêmê ne diyar e.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye