Şerê ku di navbera Îsraîl û Îranê de didome, bi xwe re encamên gelekî xirab ya li ser gelê her du welatan tîne.
Hejmara kuştiyên di êrîşên 11 rojan de her ku diçe zêde dibe.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku ji destpêka şer û heta niha zêdetirî 400 kuştî û 3 hezar û 56 birîndarî hatine tomarkirin, ku piraniya wan sivîl in.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê bi riya daxuyaniyeke fermî hejmara kuştiyan diyar kir. Di daxuyaniyê de got ku ji destpêka êrîşan heta îro 24 kes hatine kuştin û hezar û 272 kes jî birîndar bûne.
Ceylan Hesen