Merasîmên veşartina cenazeyê Elî Xamineyî di roja xwe ya duyem de berdewam dike.
Îro girseyên mezin ji bo rêzgirtina xwe ya dawî ji Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî re li Mosella Mezin a Tehranê kom dibin.
Bi deh hezaran şîndar cilên reş li xwe kirine û pankartên ku wêneyên Xamineyî û kurê wî Mucteba Xamineyî hildane.
Pankartên “Bimire Trump” di merasîmê de hatine hildan
Ji bilî wêneyên Elî û Mucteba Xamineyî, pankartên “bimire Trump” jî hatine hildan.
Li Îranê wê hefteyekê ev merasîm berdewam be.
Niha tabûta Elî Xamineyî û endamên malbata wî yên di êrîşê de hatine kuştin, li devereke vekirî hatiye danîn da ku raya giştî bikaribe rêzgirtina xwe nîşan bide.
Ev yek rojekê piştî ku cenazeyê wî di holeke girtî de ji bo berpirsên payebilind ên Îranî û rayedarên biyanî hat danîn da ku sersaxiyê pêşkêş bikin, pêk hat.
Pênc tabût, ku bi alên Îranî hatine pêçan, li ser platformê hatine danîn.
Di nav wan de tabûteke piçûk ew jî ya neviya Elî Xmineyî ye, dema ku ew hate kuştin 14 mehî bû.
Şîndar li hola fireh sekinîne da ku nimêjê bikin.
Her wiha şîndar li singê xwe dixistin, digirîn û alên Komara Îslamî dihejînin.
Heta niha Mucteba Xamineyî beşdarî merasîmê nebûye
Li aliyekî din jî Mucteba Xamineyî ji dema ku di êrîşa ku bavê wî hate kuştin de birîndar bûbû, heta niha di ti wêneyên nû de xuya nebûye.
Merasîma cenazeyê di qonaxeke krîtîk a dîroka Îranê de pêk tê.
Şer bi rêkeftineke demkî ya bi Waşingtonê re hatiye rawestandin.
Trump: Em dikarin wan hemûyan di merasîmê de bikujin
Li gorî malpera Axios Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump gotiye ku dan û standinên aştiyê ji ber merasîmê ji bo hefteyekê hatine rawestandin.
Her wiha Trump diyar kir ku bi hebûna hemî rêberên Îranê, Waşington dikare wan hemûyan "bi yek guleyê" ji holê rake û wiha lê zêde kir:
Trump: Ez matmayî me çawa Îranî li ser Xamineyî digrîn
“Lê belê em vê yekê nakin ji ber ku wê demê kes namîne ku em pê re dan û standinan bikin.
Ez matmayî mayî me dema ku dibînim hin Îranî di merasîma cenazeyê de digirîn.
Ez bawer dikim ku gel ji Xamineyî nefret dikir, dibe ku ew hêsir sexte ne.”
Balyozxaneya Îranî li Ermenistanê bersiv da gotinên Trump û got:
“Hûn van tiştan fam nakin ji ber ku ne şaristanî, ne dîrok û ne jî rûmeta we heye.”
Di sîstema rêvebirina Îranê de, Xamineyî ne tenê serokê dewletê û rêberê Şoreşa Îslamî bû, lê ew wekî nûnerên erdî yên Îmamê Şîe yê diwanzdehemîn dihat dîtin.
Mirina wî di êrîşekê de aliyekî sembolîk a bihêz di nava gelê Îranê de çêkir.
Hînkirinên Îslamî bi gelemperî ferman didin ku mirî di nav rojekê de piştî mirinê werin veşartin, lê merasîma cenazeyê Xamineyî ji ber xetereyên têkildarî lidarxistina merasîmek cenazeyê ya mezin di dema şer de hate paşxistin.