AMERÎKA HTŞ JI LÎSTA TERORÊ DERXIST

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marco Rubio ragihand ku navê Heyet Tehrîr El şam ji lîsta terorê ya biyanî hate derxistin.

reset font size increase font size

Rubio diyar kir ku li gorî soza Serok Donald Trump a 13ê Gulanê ya ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê, ew niyeta xwe ya ji bo rakirina navê Cebhet El Nasra ya bi navê Heyet Tehrîr El Şam tê naskirin ji lîsta terorê derdixin ev biryar wê ji îro ve bikeve meryetê.
 
HTŞê berê şaxa El Qaîde li Sûriyeyê bû û bi navê Cebhet El Nusra dihat naskirin ku di sala 2012an de wekî şaxeke fermî ya El-Qaîde li Sûriyê hate avakirin.

Ji ber girêdanên wê yên nêz bi El Qaîdeyê re û beşdarbûna wê di êrîşên çekdarî de di Kanûna 2012an de ji aliyê Amerîkayê ve wek rêxistineke terorîst hate destnîşankirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24