Li Qeterê Helîkopterek ket: 3 Leşkerên Tirkiyê û 4 leşkerên Qeterî mirin

Di qezaya ketina Helîkopterekê li Qeterê de, 3 leşkerên Tirkiyê û çar leşkerên Qeterî jî, jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerek û du personelên ji şîrketa parastinê ya Tirkiyê (Aselsan) roja şemiyê li Qeterê di qezaya Helîkopterekê de, jiyana xwe ji dest dane.

 

Wezaretê got ku Helîkopter ji ber pirsgirêkeke teknîkî, di dema ku perwerdeya firînê dihat dayîn de, ketiye xwarê.

 

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê got ku di qezayê de çar leşkerên Qeterî jî mirine.

 

Rayedarên Qeterê dê lêpirsînan bikin da ku sedema rastîn a qezayê diyar bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye