Li gorî rapora ku Saziya Mafên Mirovan a Hengawê parve kiriye: Duh di 30'ê cotmehê de cezaya darvekirina 6 girtiyan, ji wan jinek jî, li girtîgehên Kirmaşan, Kirman, Meşhed û Kaşanê hate cîbicîkirin.
Hengawê da zanîn ku girtiyên bi navên Seîd Pîrî, Ehmedriza Şerîfî, Saman Dilêrî, Ketayûn Şemsî, Semed Axahusênî û Peyman Rostemî, li cih û di demên cuda de bi tawanên cûrbecûr hatibûn girtin.
Hengawê destnîşan kir ku nûçeya darvekirina van şeş girtiyan, heta dema belavbûna raporê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî jî di medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de, nehatiye belavkirin.
NY: Ji serê salê ve li Îranê hezar û 200 kes hatine darvekirin
Her wiha, Komîsyona lêpirsînê ya têkildarî Îranê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku li Îranê piştî şerê meha Hezîranê yê li gel Îsraîlê, zext zêde bûne.
Seroka Komîsyonê Sara Hossain di daxuyaniya xwe de, roja Pêncşemê di Desteya Giştî ya NY’ê de got: “Me dît ku ji meha Adarê ve, di mijara mafên mirovan de xirabiyeke nû rû dide.”
Amarên 2025 ên binpêkirinên mafên mirovan li Îranê
Sara Hossainê di heman demê de got:
"Di dema şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de 21 hezar kes hatine girtin. Di navbera kesên ku hatine girtin de parêzer, mafparêz, rojnamevan û welatiyên ku li ser medyaya civakî hin tişt parve kirine, hene."
Girtin: 21 hezar
Her wiha Sara Hossainê diyar kir ku li Îranê hejmara darvekirinan gelekî zêde bûye û tekez kir ku: “Li gorî agahiyên pêbawer, ji serê salê ve heya niha zêdetirî hezar û 200 kes hatine darvekirin."
Darvekirin: Hezar û 200
Komîsyonê bal kişand li ser zêdebûna gefên li ser rojnamevanên derveyî Îranê. Komisyonê di rapora xwe de destnîşan kir ku hikûmetê bi awayekî sîstematîk kartên rojnemavanan ên SIM’ê betal kirine.
Di heman demê de, li heft welatan gef li zêdetirî 45 rojnamevanan hatiye xwarin.
Gefên li ser rojnamevanan: 45 rewş
Komîsyonê rewşa heyî bi çewisandina protestoyên ku di sala 2022’yan de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî dest pê kirine re, beramber kir û ev yek weke ‘’perçeyekî meyla zextê ya berdewam’’ pênase kir.