Li Sûriyê tenê di rojekê de 13 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)`ê ragihand ku li cih û deverên cuda yên Sûriyê di 20`ê îlonê de 13 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR`ê di derbarê hurguliyên kuştina van 13 kesan de ev agahî dan:

“Li Helebê, ji ber teqîna mayînekê welatiyekî jiyana xwe ji dest da. 

Li Hema, Humsê û Hesekê, ji aliyê çekdarên nenas ve 4 Ciwan hatin kuştin.

Di encama topbarana komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, li bajarokê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê 5 jin û 2 zarok hatin kuştin.

Li gundewarê Derayê jî termekî bê serî hat dîtin.”

 

Li gundewarên Şamê goreke komî ku nêzî 170 term tê de hebûn hat dîtin

 

Her wiha goreke komî li gundewarên Şamê hat dîtin ku nêzî 170 termê sivîlên ji Xûteya Rojhilat û derdorê tê de hene, li gor agahiyan, ev 170 term ên wan kesên ku sibata 2014`an dema direviyan, ketine kemîna rejîma berê û hatin kuştin pişt re bi komî hatibûn veşartin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24