Li ser maseyê dan û standinê dikin, pişt re jî dijî hev daxuyaniyan didin. Têkiliya Îranê bi welatên rojavayî re bi vî şêwazî ye, pirsa herî sereke jî, tesîsên nukllerî yên Îranê ne.
Ajansa Tasnim a nûçeyan ku yek ji ajansên hikûmeta Îranê ye, daxuyaniya herî nû ya serokê welatê xwe belav kir.
Mesûd Pîzîşkiyan dibêje ku Welatên Rojavayî nikarin Îranê rawestînin û ev yek jî anî ziman ku her çend tesîsên nukleerî yên Îranê werin bombebarankirin jî, ew ê bernameya xwe ya nukleerî bidomînin.
Di merasîma xelatkirina Olîmpiyada Zanistî ya Cîhanî de, Pîzîşkiyan got: "Êrişên leşkerî wê rê li ber me negirin ku em bernameya xwe ya nukleerî ji nû ve ava bikin."
Derbarê helwesta welatên rojavayî de, Pîzîşkiyan eşkere kir ku “Rojava nikare wan rawestîne. Wan li Natanzê xist, lê hayê wan ji vê yekê tune ye ku ew kesên navenda Natanzê ava kirin, dikarin ji Natanzê girîngtir ava bikin û dê ev yek jî pêk bê”.
Pîzîşkiyan tekez kir ku “welatê wî dikare astengiyên sereke derbas bike û kes nikare rê li ber wan bigere”.
Îran gefa rawestandina dan û standinên li gel IAEA dike
Her wiha Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xarîbabadî hişyarî da ku heke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî careke din cezayan li Tehranê bibire, dê dan û standinên li gel Ajansa Enerjiya Atomî ya navneteweyî (IAEA) rawestînin.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di biryara dirêjkirina dema taloqkirina cezayên li dijî Îranê de bi serneket, ev tê wê wateyê ku ji nû ve birîna cezayan li ser Îranê ji ber bernameya wê ya nûkleerî, hate erêkirin.