Televîziyona El Cezîra îro ragihand li Xezeyê di 24 saetên dawî de, ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê 11 kes di nav de jinek jî hatin kuştin.
Her wiha ji ber gulebarana artêşa Îsraîlê, dema ku li bajarê Refahê ya Xezeyê alîkariya xwarinê digirtin, 3 kes hatin kuştin û 78 kesên din jî birîndar bûn.
Îro dîsa ji ber birçîbûnê li Xezeyê 6 kes jiyana xwe ji dest dan
Dîsa heman çavkaniyê ragihand yek ji wan zarok 6 kes ji ber birçîbûnê li Xezeyê mirine.
Benyamîn Netanyahû wê operasyona leşkerî ya li Xezeyê berfireh bike
Li aliyekî din, Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benyamîn Netanyahû biryar daye ku operasyona leşkerî ya li Şerîda Xezeyê berfireh bike û tevahiya herêma Filîstînê kontrol bike.
Her wiha Benyamîn Netanyahû tekez kir ku li deverên dîlgirtiyên Îsraîlî lê tên girtin jî wê çalakî hebin.
Lêbelê, çavkanî dibêjin ku heke plana dagirkirina Xezeyê were bicîhanîn, dibe ku Serokê Erkanê Eyal Zamîr îstifa bike.
600 berpirsên Îsraîlê ji Trump xwestin şerê li xezeyê bi dawî bike
Girêdayî vê mijarê medyaya Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 600 berpirsên ewlehiyê yên teqawîtbûyî yên Îsraîlê, di nav de serokên îstîxbaratê yên berê jî, ji Serokê Amerîkayê Donald Trump xwestin ku zextê li hukûmeta wan bike da ku şerê li Xezeyê bi dawî bike.