Ajansa Neteweyî ya Libnanê (NNA)`ê, ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Bafliye û Hanîn bombebaran kirin.
Her wiha herêma rojava û navîn a başûrê Libnanê jî bi çekên giran ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin topbarankirin.
Ajansê, da zanîn ku di encama bombebaran û topbaranê de birîndar hene.
Li gorî heman ajansê, Îsraîlê bajarokên El Sultaniyê, Dibal, Bint Cubeyl, Eynata û Tebnîn jî yên dikevin başûrê Lubnanê jî bombebaran kirin.