395 dron û mûşek li Başûrê Kurdistanê ketine

Ji 28`ê Sibatê ve şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de berdewam dike, van êrîşan bandor li Başûrê Kurdistanê jî kir. Li gorî amaran zêdetirî 395 dron û mûşekan li Başûrê Kurdistanê ketine. Ji destpêka êrîşan heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 55 kes jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê bandoreke mezin li Başûrê Kurdistanê kiriye.

 

Ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê û Îranê, bi 395 dron û mûşekan êrîşî Herêma Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Di encama van êrîşan de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 55 kes jî birîndar bûne.

 

Ji 28ê Sibatê heta êvariya pêncşemê, bi 395 dron û mûşekan êrîşî her çar parêzgehên Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Di vê demê de, 312 dron û mûşek ber bi parêzgeha Hewlêrê ve hatine avêtin.

 

Her wiha 75 dron û mûşek ber bi parêzgeha Silêmaniyê ve hatine avêtin.

 

Şeş dron li parêzgeha Dihokê û 2 dron jî li sînorê parêzgeha Helebceyê ketin xwarê.

 

Êrîşa herî nû ya li Dihokê, 17`ê Adarê pêk hat û dronek li navçeya Berdereşê ket xwarê.

 

Li gorî amaran, di êrîşan de ji 28ê Sibatê heta niha 8 kesan canê xwe ji dest da û 55 kes jî birîndar bûn.

 

Birîndarên herî nû sê Pêşmergeyên PAK`ê bûn ku 19`ê Adarê baregeha wan hate bombebarankirin.

 

Yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest da karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bû.

 

Şeş kes pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn.

 

Du ji wan li Hewlêrê, du ji wan li parêzgeha Silêmaniyê û du ji wan jî li Başîqê yê Deşta Nînowayê bûn.

 

Her wiha 12`ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da, di nava birîndaran de 13 sivîl hene.

 

Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir.

 

Ji roja yekem a şer ve êrîşan li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kirin.

 

Bîlançoya êrîşên 20 rojan ên li ser Başûrê Kurdistanê, wiha ye:

 

- Erîşên mûşek û dron: 395

 

Bajarên ku hatine armanckirin, ev in:

 

- Hewlêr: 312 dron û mûşek

 

- Silêmaniyê: 75 dron û mûşek

 

- Helebçe: 2 dron

 

Hejmara qurbanî û birîndaran jî, wiha ye:

 

Kuştî: 8 û jî brîndar: 55

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye