Tevî agirbesta di navbera Îran û DYA'yê de, dewleta Îranê êrîşên xwe yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê ranewestandiye.
Têkildarî êrîşan, Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Îro 4 caran Îranê bi dronan êrîşî kampên penaberan yên li ser sînorê Koye û Sûrdaşê kiriye.
Di encamê de Pêşmergeyeke jin şehîd bû û 2 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Her wiha di êrîşeke bi dronan de ya ku li ser kampeke penaberan ya li Dêgeleyê hatiye kirin, tu ziyan çênebûn."
Ew Pêşmergeya jin ya şehîd bûye, navê wê Xezal Mewlan e ku ji Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ye.
Xezal Mewlan ev salek bûye Pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê.