Li Îranê du ciwanên din ên Kurd hatin bidarvekirin

Dewleta Îranê ji bo tepisandina civakê, bi îdiaya sîxuriyê, lez daye bidarvekirina dijberên xwe. Hat ragihandin ku dewleta Îranê du ciwanên Kurd li Mehabadê bi dar ve kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê bidarvekirinên li dijî girtiyên siyasî berdewam dike.

Herî dawî Îranê du girtiyên Kurd li Mehabadê bi dar ve kir.

Ajansa nûçeyan a dadweriya Îranê, "Mîzan", îro sibê li girtîgeha Mehabadê bidarvekirina du girtiyên bi navê Ramîn Zelî û Kerîm Marûfpûr, ragihand.

Raport nîşan didin ku hemû girtî bi tohmeta hevkariya bi partiyên Kurdî yên li Rojhilatê Kurdistanê re hatine bidarvekirin.

Welatiyê bi navê Ramîn Zelî niştecihê Bajarê Nexedeyê ya li Parêzgeha Urmiyê bû.

Ramîn Zelî di sala 2023'an de ji aliyê hêzên Dewleta Îranê ve bê bingehek yasayî hate girtin.

Di sala 2024'an de, Zelî bêyî nûnertiya qanûnî rastî darizandinê hat.

Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê bi tohmeta "serhildan û endametiya di partiyek Kurdî ya li dijî hikûmeta Îranê de" cezayê darvekirinê li Ramîn Zelî birî.

Welatiyê bi navê Kerîm Marûfpûr, ku ew jî niştecihê Nexedeyê bû, di sala 2021'an de li bajarê Serdeştê hatibû girtin.

Kerîm Marûfpûr demek dirêj winda bû û tu agahî li ser cihê wî nehatibû dîtin.

Piştre bi demekê, di bin êşkenceyên giran de îtîraf ji wî hatin stendin û bi heman tohmetên ku li dijî Ramîn Zelî hatine kirin, cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku Dewleta Îranê di demên krîz û pirsgirêkên derve de, darvekirinan wekî amûrek sereke bikar tîne da ku civakê bitirsîne û dengê gelên bindest bêdeng bike.

Li gorî çavdêriyan bikaranîna van cezayên bidarvekirinê li Îranê delîle li ser tirsa kûr ya ji serhildan û xwepêşandanên girseyî ye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye