Li bajarokê Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, serkirdeyek diyar û naskirî yê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Îstîxbarata Îraqê ve hat girtin.
Çavkaniyeke taybet a ji Artêşa Îraqê ji Roj Newsê re ragihand ku lêkolîn û çavderiya çend rojan, îstixbarata Îraqê îro serkirdeyek diyar ê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li Hewîceyê girt.
Hate diyarkirin ku piştî bidawîbûna lêpirsîn û lêkolînan, dê hûrgiliyên zêdetir der barê nasname û pileya vî serkirdeyê girtî de ji bo raya giştî were belavkirin.
Hêjayî gotinê duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Hewîce êrîşî xalek polîsan kiribû di encamê de kuştî û birîndar çêbibibûn.
Piştî êrîşa li Hewîce, serkirdeyek DAIŞ’ê hat girtin
Li bajarokê Hewîce duh êrîşa çeteyên DAIŞ’ê çêbibû, hat ragihandin ku li heman bajarokî serkirdeyekî diyar ê DAIŞ’ê hatiye girtin.