Trump: Divê Îran bombeyan li Los Angeles û San Diegoyê bibarîne

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, diyar kir ku divê Îran bajarên Los Angeles û San Diegoyê yên ku weke keleha Demokratan a li Kalîfornyayê tên naskirin, tune bike. Ji aliyê xwe ve, Waliyê Kalîfornyayê Gov. Newsom nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Trump da.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rageşiya li Rojhilata Navîn a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, bênavber berdewam dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja duşemê, li Nebraskayê di mîtînga hilbijartinê de, li ser şerê li hemberî Îranê axivî.

Donald Trump, anî ziman ku du bajarên mezin ên Kalîforyayê, Los Angeles û San Diego, dikare ji aliyê Îranê ve bên armanckirin û wiha lê zêde kir:

"Dikarin bajarekî tune bikin.

Bihêlin, bila Los Angelesê tune bikin.

Bihêlin, bila San Diegoyê tune bikin.

Ev yek dikare bibe berdêleke gelekî biçûk ji bo bidawîkirina şer.

Şer wê di demeke nêz de bi dawî bibe

Şerê Îranê dikare hinekî din jî dewam bike.

Îranî di mijara xweragirtina li ber êşê û tehemûlkirina zehmetiyan de, xwedî kapasîteyeke bilind in.

Şer wê bi rê û rêbazekê, di demeke nêz de, bi dawî bibe."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Trump dubare kir û wiha anî ziman:

"Me radar û pergalên parastina hewayî yên Îranê wêran kirin û Tengava Hurmizê kontrol kir.

Çalakiya Amerîkayê ya li dijî Îranê pêwîst bû, da ku welat, Rojhilata Navîn, Îsraîl û cîhan ji tiştê ku dikare bibe yek ji karesatên herî xirab ên dîrokê rizgar bike."

Her wiha Serokê Amerîkayê da zanîn ku petrol her hefte bi mîqdarên bêhempa dikeve welêt.

Gov. Newsom: ev ne normal e

Ji aliyê xwe ve, Waliyê Kalîfornyayê Gov. Newsom nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Trump da.

Gov. Newsom li ser medya dîjîtal daxuyanî da û got:

"Eşkere ye ku Serok Donald Trump êrîşekê li dijî zêdeyî 10 milyon Amerîkiyên li du bajarên mezin ên DYA'yê diparêze.

Ev yek ne normal e."

Her wiha şaredariyên Los Angeles û San Diegoyê, gotinên Donald Trump weke xeternak pênase kirin û nerazîbûn nîşanî gotinên wî dan.

Ev gotinên Trump beriya hilbijartinên navberê yên Kongreyê yên 3'ê mijdarê hatin.

Serokê Amerîkayê ligel namzetên Komarger li seranserî welêt mîtîngên hilbijartinê li dar dixe.

Şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, di 28`ê sibata îsal de dest pê kiribû û heta niha bêyî ku ti encamên berbiçav bên bidestxistin, berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye