10 hezar penaberên Myanmarê ji Malezyayê vegeriyane welatê xwe

Serokwezîrê Malezyayê Anwar Îbrahîm ragihand ku ji meha çileyê ve, nêzîkî 10 hezar welatiyên Myanmarê vegeriyane welatê xwe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di sala 2021`ê de xwepêşandanên gel li Myanmarê bû sedema derbeyê û her wiha şerekî navxweyî li seranserê welêt dest pê kir.

Bi sed hezaran kes neçar man ku derbasî welatên cîran bibin.

Serokwezîrê Malezyayê Anwar Îbrahîm ragihand ku ji meha çileyê ve, nêzîkî 10 hezar welatiyên Myanmarê vegeriyane welatê xwe.

Daneyên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku Malezyayê nêzîkî 193 hezar penaberên ji Myanmarê wergirtin.

Malezya ne aliyekî Peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye û daxwazkarên penaberiyê wekî koçberên neyasayî dibîne.

Anwar Îbrahîm Parlamento agahdar kir ku hinek ji wan kesên ku vegeriyane, bi rêya balafirên ku ji aliyê hikûmeta Myanmarê ve hatibûn organîzekirin hatine şandin.

Lê nêzîkî 1400 kes jî hefteya borî ve li gorî rêkeftineke dualî bi rêya deryayê hatine vegerandin.

Enwer wiha got: "Mercên me ji bo Myanmarê ew in ku divê welatiyên xwe vegerîne welatê wan.

Ya duyem jî, bi awayekî dadperwerane tev li gelê xwe bibe û piştrast bike ku ti binpêkirin, zext an jî binpêkirina mafan çênabin."

Serokwezîrê Malezyayê anî ziman ku ew ê bi berdewamî li ser vê mijarê li gel serokê Myanmarê, Min Aung Hlaing, gotbêj bike.

Tê payîn di vê mehê de serdana Malezyayê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye