Di erdheja li Kolombiyayê zirarek mezin çêbêye ji ber ku avahî hilweşiyan û gelek kes dibin kavilan de man.
Li gorî rayedarên herêmî, hejmara miriyên erdheja xurt a ku îro li rojavayê Kolombiyayê qewimî herî kêm gihiştiye 69 kesan.
Li herêma Risaralda 40 kes, li herêma Valle del Cauca 27 kes û li bajarê Manizales 2 kes mirin.
Erdhej bi pileya 7.4 rû da û Desteya Lêkolîna Jeolojîk a Kolombiyayê da zanîn ku navenda erdhejê li nêzî San Jose del Palmar li herêma Choco bû.
Erdhejê zirareke mezin çêkir, hejmarek avahî hilweşîn. Li bajarê herî kêm 20 avahî hilweşiyan.
Her wiha tîmên rizgarkirinê di nirxandina ziraran û lêgerîna welatiyan de dewam dikin.