Piştî rûxandina Rejîma Baas û hatine desthilata Şeri li Sûriyê sûc û binpêkirinên li dijî jinan xirabtir bû.
Belgeyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR ji raya giştî re parvekirine asta xirabiyê nîşan dide.
SOHR derberê binpêkirinên li dijî jinan ev dane parvekirin:
“Ji destpêka sala 2025'an ve li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz a Sûriyê de zêdetirî 635 jin hatine kuştin.
Li deverên cuda yên Sûriyeyê jî zêdetirî 400 jin winda ne.”
NY: “Zarokên keç li peravên Sûriyê bi zorê hatine zewicandin”
Dîsa li gor ku Pisporên Neteweyên Yekbûyî diyar kirine zarokên keç li peravên Sûriyê bi zorê hatine zewicandin, ev rewş nîşan dide ku li hemberî jinên Elewî kampanyayeke bi rêk û pêk a zayendperestiyê tê meşandin.
Li gel van daneyan hate ragihandin ku bi giştî Sûriyê bi taybetî jî li peravê û Siweydayê kuştin, tundî, revandin û êrişên zayendî li dijî jinan berdewam dikin.
Ev tundiya li hember jinê ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, lê ji aliyê hişmendî ve di dema hikûmeta vegûhez de hîn zêdetir bûye.
Taybet jî axaftina Seroka Nivîsgeha Kar û Barên Jinan a hikumeta veguhêz Eyşe El Dibis jî ku yekane jin di hikumetê de cih digire, gotibû:
"Cihê xwezayî yê jinan mal e û jinên ku pabendî ol û çanda hikumetê nebin wê neyên erkdarkirin."
Her wiha di Hezîranê de hikumeta veguhêz qanûna lixwekirina cilên olî li deverên giştî li ser jinan ferz kir.