Rîham diyar kir ku ew di temenê 11 salî de ji aliyê çeteyan ve hat revandin û niha di temenê 22 salî de bi rêya hevalan hat rizgarkirin.
Her wiha Rîham kêfxweşiya xwe anî ziman û got : “ Ez tu carî di temenê xwe de weke îro kêfxweş nebûmeYPJ’ê û QSD li Sûriyeyê ez rizgar kirim.”
Dayika Rîham jî spasiya YPJê kir û got: Heya ez sax bim, ez qenciya hevalan ji bîr nakim. Hevalan ji bo me gelek kir.”
Heta îro ji 6 hezar 417 jinên Êzidî yên hatine revandin, nêzîkî 3 hezar û 660 jin hatine rizgarkirin.