Komîteya Amadekar a Newroza Kobanê derbarê destdirêjiya li ser sembolên neteweyî de daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
"Gelê me yê kurd li hemû herêmên Sûriyê duh di 21’ê Adarê de, cejna Newrozê wekî bûyereke neteweyî pîroz kir.
Newroz, wekî sembola têkoşîna li dijî zordestî û koletiyê ye. Di heman demê de têkoşîna ji bo azadîyê ye."
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em kiryara kesayetî ya daxistina ala Sûriyê di dema pîrozbahiya Newrozê de li bajarê Kobanê, qebûl nakin.
Hêzên ewlekariya hundirîn ji demên destpêkê ve, ev bûyer şopandin û niha li ser girtina hemû tedbîrên qanûnî kar dikin.
Komîteya amadekar a çalakiyên Newrozê ya Kobanê diyar dike ku destdirêjî li ser sembolên neteweyî li dijî nirx û prensîbên ku şoreşa me li ser wan hatî avakirine û bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Ev cure kiryar li Sûriyê, xeteriyê li ser aramiya civakî çêdike."
Komîteya Amadekar a Newroza Kobanê di dawiya daxuyaniya xwe de ev peyam da: "Bikiranîna van bûyeran ji bo belavkirina fitne û cudakirinê, zirarên mezin didin yekîtîya neteweyî.
Her wiha em tekez dikin ku pêwîstî bi hişyariyê heye û em ji dubarebûna senaryoya bûyerên 12’ê Adara 2004’an dûr bikevin û divê her tişt li gorî qanûnê were çareserkirin."
Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê: Bûyerên neyînî bandorê li ser aramî û aştiya sivîlan dikin
Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê jî îro derbarê geşedanên dawî de yên li herêmên Rojava daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de meclisê, fikarên xwe yên li ser bûyer û aloziyên ku bandoreke neyînî li ser aramî û aştiya sivîl dikin, anî ziman.
Meclisê wiha got: “Kiryarên takekesî yên li derveyî çarçoveya fermî, ne me temsîl dikin û ne jî îradeya gelê me nîşan didin.”
Her wiha meclisê di daxuyanîya xwe de, bal kişand ser Parastina yekîtiya axa Sûrîyê û redkirina planên parçekirinê.
Meclisê banga xurtkirina jiyana hevbeş kir û destnîşan kir ku gelê Kurd beşeke bingehîn a tevna neteweyî ya Sûriyê ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de li dijî gotinên nefretê û her tişta ku dibe sedema dabeşbûnê hişyarî hate kirin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, meclisê got: "Têkoşîna gelê me wê rewa û aştiyane be. Armanca me bidestxistina vegera ewle û bi rûmet di nav Sûriyeyeke yekgirtî, azad û demokratîk de ye."
Êlên Kurdî: Em binpêkirina nirxên civakî şermezar dikin
Meclisa Giştî ya Yekitiya Êlên Kurdî ên Cizîrê bi boneya cejna Newrozê daxuyanî da.
Yekitiya Êlên Kurdî di destpêka daxuyaniyê de wiha got: "Newroz di her salê de, ne weke cejn û şahî tê pîrozkirin.
Dibe sembola azadî û nûbûnê. Dîroka gelê Kurd a sebir, êş û hêviyê bi bîr tîne. Newroz ji bo gelê Kurd, ne tenê şahî ye, mafekî çandî û neteweyî ye. "
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mixabin di pîrozbahiyên Newrozê de hinek tevgerkirinên dûrî şaristaniyê derketin holê.
Her wiha daxistin ala Sûriyê li beramberî wê jî mîna ku hinek alî li bendê bûn ku êrîşî tevahiya gelê Kurd bikin.
Di pîrozbahiyên Newrozê de êrîşî gelê Kurd kirin, bi bê rêzî nêzî alên Kurdî bûn û şewitandin.
Kiryarên hatin kirin di kîjan şert û mercê de be, em napejirînin û şermezar dikin."
Yekitiya Êlên Kurdî, di daxuyaniyê de ev jî anîn ziman. Em dibêjin ku nabe em Sûriyê bi mentiqê bertek nîşandayînê bi rê ve bibin. Lazime em Sûriyê bi aqil bi rê ve bibin.
Em destdirêjiya li ser nirxên civakî qebûl nakin."
Di dawiya de Meclisa Giştî ya Yekitiya Êlên Kurdî ên Cizîrê bi bîr xist ku ew qebûl nakin ku zimanê nefretê li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê werin bikaranîn û fitne bikeve navbera pêkhateyên Sûriyê.