Doh danê êvarê li Taxa Gultepeyê ya Êlihê, ji ber sedemeke nediyar li beşa saunayê ya holeke werzişê ya taybet agir derket. Bi agahdarkirinê re tîmên agirkujioyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Her wiha ji ber şewatê 12 kes di bin bandora dûmanê de mabûn rakirin nexweşxaneyê.
tevî destewrdanan 3 kes jiyana xwe ji dest dan. Her wiha tedawiya 9 birîndarên din berdewam dike. Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp ragihand ku di avahiyê de tu kes nemaye û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.