li Qamişlo yekemîn Pêşengeha Zanistî hat lidarxistin

Zanîngeha Rojava li bajaarê Qamişlo îro yekemîn pêşengeha zanistî lidar xist. Xwendekarên beşê zanistên xwezayî û tekonoljiya çandiniyê gelek projeyên zanistî pêkêş kirin. Em bi hev re li vê xebata pîroz ya xwendekarên zanîngeha Rojava binêrin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2016'an ve hatiye damazrandin, yekemîn pêşengeha zanistî lidar xist.

 Ev pêşengeh gavek e ji bo nîşandana nûjeniyên zanistî, projeyên lêkolînî û çareseriyên pratîkî ye.

Ji aliyê xwendekar û lêkolînerên Fakulteya Endazyariya Çandiniyê û Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ya zanîneha Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.

Komîteya amadekar ku bi pêşangehê rabûye bi xêrhatina xwendekar, mamoste û kesên amade bûne kir û ev proje pîroz kir.

Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojî bi 10 berheman beşdarî vê pêşangehê bû, hin ji wan ev in:

Robotek pêşkêş kirina xwarinê, Robotek hişê çêkirî,Robotekî zîrek, Otomobîleke elektrîkî û Kursiyeke elektrîkî ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet in.

Ev dîmen jî yên Fakulteya Endazyariya Çandiniyê ku bi 4 beşan beşdarî vê pêşangehê bû:

Cûreyên Şînatiyan, Şînatiyên Xemlê, Cûreyên Tovan, Kêzik û Candiniya organîc.

Ev pêşengeh yekemîn pêşingeha zanistî ye ku li Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê tê li darxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye