Wezîr û berpirs êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dikin

Bertek û nerazîbûnên li hember êrîşa ku duh li Dihokê li ser mala Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê hat pêkanîn de berdewam dikin. Ji gelek aliyên cuda, bi armanca şermezarkirina êrîşan peyam û name hatin dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li Dihokê du caran bi dronan êrîşî mala Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat kirin.

 

Li hember vê êrîşê gelek bertek û nerazîbûn derdikevin.

 

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî derbarê êrîşên dawî li ser Başûrê Kurdistanê û mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da.

 

 

 

Mesûd Barzanî: 450 caran êrîşî ser Başûrê Kurdistanê hatiye kirin

 

 

 

Mesûd Barzanî eşkere kir ku ji destpêka şerê li Îranê 450 caran êrîşî Başûrê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge hatiye kirin.

 

Di nav de 5 caran êrîşî baregeha wan hatiye kirin lê ew bê deng mane ta ku di nav xelkê de dilgiranî û hêrs çênebe.

 

 

 

Mesûd Barzanî: Divê rayedarên Îraqê helwesta xwe diyar bikin

 

 

 

Serokê PDK`ê peyameke zelal da rayedarên Îraqê û êrîşên li Başûrê Kurdistanê wekî “şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin” bi nav kir û wiha axivî:

 

"Ev yek bi şermezarkirin, telefon, peyam û komîteyan çareser nabe.

 

Divê rayedarên Îraqê helwesta xwe diyar bikin."

 

 

 

Mazlûm Ebdî êrîşa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

 

 

 

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî jî êrîşa li dijî mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û piştgiriya xwe nîşan da.

 

Mazlûm Ebdî di peywendiyeke telefonî de bi Nêçîrvan Barzanî re axivî û êrîş bi tundî şermezar kir û got:

 

"Ewlehî û aramiya Kurdistanê erka tevane û aramiya Başûr ji aramiya her Kurdekî û herêmê ye."

 

 

 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê êrîşa li ser mala Berzanî şermezar kir

 

 

 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

 

Wezaretê diyar kir ku ev karên Îranê, êrîşeke rasterast li ser serwerî, aramî û yekparçeyiya Îraqê ye.

 

 

 

YE: Divê sûcdarên vê êrîşê werin girtin

 

 

 

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Klemens Semtner di nameyeke fermî de ji bo Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî zimên ku di êrîşê de tu ziyanên canî tune ne.

 

Klemens Semtner tekez kir ku êrîşên li Îraq û Başûrê Kurdistanê karekî tawanbarî ye û tu hincetên wê tune ne.

 

Semtner got; Divê sûcdarên vê êrîşê di demeke herî nêzîk de werin girtin û radestî darazê werin kirin.

 

 

 

Hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser mala Barzanî şermezar kir

 

 

 

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Sûriyê li ser êrîşa li mala Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke belav kir.

 

Di daxuyaniyê de wezaretê ew êrîş şermezar kir û got:

 

"Ev êrîş ji aliyê komên derveyî qanûnê ve hatine kirin û ev yek li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî ye."

 

 

 

Wezîrê Derve yê Îranê hêviya silametiyê ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

 

 

 

 

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Iraqçî ji bo heman mijarê peyamek belav kir.

 

Iraqçî di peyamê de êrîş wek çalakiyeke terorîstî bi nav kir û got:

 

"Dibe ku ev êrîş di çarçoveya operasyonên Amerîka û Îsraîlê de bin, ku armanca wan têkdana peywendiyan di navbera welatan de ye.

 

Tehran her cûre êrîşeke li ser aramî û kesayetên nîştimanî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê red dike."

 

 

 

Hakan Fîdan êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

 

 

 

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê jî bi tundî ew êrîşa bi dronan li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û piştgiriya welatê xwe ya ji bo parastina ewlehî û aramiya Başûrê Kurdistanê û Îraqê tekez kir.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye