Di lêpirsînsa dosyaya xwendekara pola 2’yan a Beşa Pêşvebirina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de geşedaneke nû çêbû.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Stenbol, Enqere, Dêrsim, Antalya û Xarpêtê bi ser malan de hate girtin.
Ji bo 13 gumanbaran biryara binçavkirinê hate dayîn û 11 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Edliyeya Dêrsimê.
Hat zanîn ku kurê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Mûstafa Turkoya Sonel û gumanbarê sereke û hevalê kurê walî Zeinal Abakarov jî di nav binçavkiriyan de ne.
Parêzerê Malbata Doku: Peywirdarên payebilind hêj nehatine binçavkirin
Parêzerê malbata Dokuyê Alî Çîmen, diyar kir ku kesên hatine binçavkirin ji sûcê “kuştina mirovan” hatine binçavkirin û got: “Ev binçavkirin dê bidomin. Hêj peywirdarên cemaweriyê yên payebilind nehatine binçavkirin.
Gulistan Doku xwendekareke Kurd e, ji Amedê ye. Li bajarê Dersîmê yê Bakurê Kurdistanê Beşa Pêşvebirina Zarokan dixwend.
Di 5ê Çileya 2020`an de agahî jê nayê girtin.