Şehîdên serhildana Qamişlo hatin bibîranîn

Îro salvegera 22'an a Serhildana Qamişlo ye. Li Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê bi çalakiyên cuda şehîdên komkujiya 12'ê Adarê hatin bibîranîn. Her wiha hate diyarkirin ku Serhildana Qamişloyê dewam dike û wê raneweste.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro salvegera 22'an ya Serhildana Qamişlo ye. Li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

 

Li bajarê Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîdên serhildanê deqeyekê rêz hat girtin.

 

Meclisa Bajarê Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya salvegera 22'yan a Serhildana Qamişloyê daxuyaniyên cuda dan.

 

Di daxuyaniyan de şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn û hate gotin:

 

"Êrişa bixwîn a ku hêzên rejîma BAAS'ê li djiî sivîlan pêk anîbû, rihê serhildanê li cem gelê Kurd venemirand,

 

lê belê bû xaleke destpêkê ji bo serhildaneke berfireh ku li çend bajarên Sûriyê belav bû.

 

Her wiha pêla têkoşîna ji bo maf, azadî û demokrasiyê ya Kurdan hejand."

 

Hate diyarkirin ku qurbaniyên şehîdên serhildanê bûn bingeha şoreşeke berdewam ku rejîma zordar hilweşand û planên gendeliyê û parçebûnê di navbera pêkhateyan de eşkere kir.

 

Her wiha hate destnîşankirin ku meşa ber bi civakek demokratîk, pirrengî, dadperwer ku bi qanûnê tê parastin û li ser bingeha hevkarî û wekheviyê ye, nesekiniye.

 

Beşdaran banga avakirina Sûriyeke ku her kes tê de bi dadmendî, giyanê hevkariyê, baweriya bi wekhevî û hevgirtinê beşdar bibin kirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye