Katz hişyarî da Aoun: Hizbullahê rawestînin an em ê bi xwe erdê bistînin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz hişyarî da Libnanê û got: “Hizbullahê rawestînin, an em ê bi xwe erd bistînin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz di derbarê şerê xwe bi Hibullahê re daxuyaniyek da.

 

Îsraîl Katz hişyarî da Libnanê û got ku eger hikûmeta Libnanê nikaribe pêşî li êrîşa Hizbullahê bigre, dibe ku Îsraîl xwe bi xwe axa lubnanê kontrol bike.

 

Ev gotinên Katz di demekê de tên ku êriş û pevçûnên li ser sînorê Libnan-Îsraîl zêdebûye.

 

Katz diyar kir ku duh Hizbullah topên giran ber bi Îsraîlê ve avêtine û  wan jî bi êrîşan bersiv daye.

 

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê anî ziman ku wî  û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu talîmat dane artêşa Îsraîlê ji bo berfirehkirina operasyonên leşkerî li Libnanê amade bin û wiha got:

 

“Armanca van talîmatan vegerandina aramî û ewlehiyê li wargehên bakur e.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye