Waşingtonê daxwaza dayîna mûçeyên herêma Kurdistanê kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê behsa derengketina mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê kir û bi serokwezîrê Iraqê re ev pirs û çend pirsên din ên girêdayî petrolê û metrisiyên heyî gotubêj kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro di daxuyaniyekê de eşkere kir, sê mijarên sereke di peywendiya telefonî ya di navbera wezîrê derve Marco Rubio û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîaa Sûdanî de hatine nirxandin, ew jî mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê, dubare destpêkirina hinardekirina petrolê û kêmkirina bandora Îranê li ser Iraqê bûn.

Marco Rubio bal kişand ser pêwîstiya girtina tedbîran da ku êrîş li Iraqê di pêşerojê de dubare nebin.

Rubio got ku gelekî giring e mûçeyên karmendên Herêmê bêne dayîn û ev yek jî anî ziman ku destpêkirina hinardekirina petrolê dê bi rêya boriya Iraq û Tirkiyeyê çêbibe.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24