Komên çekdar êrîşî herêma Dîmas a Şamê kirin

Bi dehan çekdar li ser motorsiklêtan siwar bûbûn, bi avêtina guleyên bêserûber û bombeyan êrişî malên sivîlan ên li herêma Dîmas a gundewarê Şamê kirin û camên dikanan şikandin. Çekdaran xwestin ku Elewî ji herêmê derkevin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji dema ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê hatiye ser desthilatdariyê kiriyarên li dijî sivîlan zêde bûne, bi taybet li dijî Elewî û Durziyan.

Duh jî, 30 çekdarên ku li motorsiklêtan siwar bûbûn êrişî taxên gundewarên herêma Dîmas a Şamê ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, kirin.

Li gorî medyayê dîjîtal û çavkaniyên xwecihî, êrîş li dijî herêma "Xamîse" û "Muxalefat Xamîse" û hin deverên din hatin pêkanîn.

Heman çavkaniyan eşkere kirin ku çekdaran gule û bombe bê serûber diavêtin welatiyan û li taxê qedexeya derketinê hat ragihandin.

Çekdaran gef li şêniyên taxa ku piranî Elewî ne xwarin û ji wan xwestin ku yan derkevin an jî wê werin kuştin.

Çalakvanên xwecihî diyar kirin ku ev kiryar beşek ji siyaseta koçberkirina Elewiyan ji Şamê ye.

Berê jî li taxên Someriye, Wirûd û Mezê 86ˊan ku piraniya şêniyên wan Elewî ne, heman sûc û êrîş hatibûn pêkanîn.

 

Li Humsê kuştin û êrîşên çekdarî zêde dibin

 

Li bajarê Humsê ya ku di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ye jî sûcên qetilkirin û êrîşên çekdarî zêde dibin.

Semîr Mehmûdê (45) dema diçû taxa Hemîdî duh hatibû revandin û piştî demekî cenazeyê wî hatibû dîtin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, li taxa Coret Şiyah cenazeya wî hatiye dîtin û ji bo nexweşxaneya Weir hatiye veguhestin.

Berî wê bi çend saetan jî, li taxa Ekremê komeke çekdar gule li jina ciwan Alaa Eshed (19) barandin.

Di encamê de ji rûyê xwe birîndar bû.

Derbarê rewşa wê de tu agahiyên din nehatine bidestxistin.

Ev di demekê de ku ji ber bêaramî û tevliheviyê sûcên kuştin û revandinê li bajêr zêde bûne, bê ku tu biryarên cidî ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve werin girtin, pêk tên.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye