Îsraîlê bi dronekê êrîşî Başûrê Lubnanê kir

Di encama êrîşa Îsraîlê ya li dijî erebeyekê li devera Sûr ya li başûrê Lubnanê kesek hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Operasyonên Lezgîn a Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku droneke Îsaîlê, li ser rêya El Torwêrî û Serîfa li Sûrê bombebaran kiriye û di encamê de kesek hate kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî, Fermandariya Artêşa Lubnanê ragihand ku drona bombebarkirî ya Îsraîlê ya li derdora bajarokê Meys El Cebel - Marjeyûn ketiye xwarê, vê rastiyê derdixe ku êrîşên Îsraîlê berdewam in û ev yek jî binpêkirineke ji serweriya Lubnanê re.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye