Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Nasir de 14 kes hatin kuştin

Balafirên Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasir kir, di nav de 4 rojnamevan 14 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsên beşa Tenduristiyê ya Filistînê da zanîn ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya Nasir de, di nav de 4 rojnamevan 14 kes hatine kuştin.

 

Navên rojnamevanan wiha ne; Mihemed Selame, Meryem Ebû Deqe, Husam El Misrî û Muaz Ebû Taha.

 

Dezgehên ragihandinê yên Filistînê jî ragihandin ku di êrişên vê sibehê yên Îsraîlê li dijî deverên cuda yên Şerîda Xezayê de 20 kes hatine kuştin.

 

Herî dawiyê jî Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr, ji Serokwezîr Benjamin Netanyahu re, tekez kir ku Artêşa Îsraîlê, şert û mercên guncaw ji bo gihîştina rêkeftinekê afirandine.

 

Ji aliyê xwe ve, Hemas pişniyara agirbestek 60 rojî kir û diyar kir ku ger ev daxwaz pêk were, wê di berdêla girtiyên filistînî de  10 dîlgirtiyên Îsraîlê werin berdan.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24