Lezgin

Îsraîl careke din li Xezayê da; 62 Filîstînî jiyana xwe ji dest dan

reset font size increase font size

Îsraîl êrîşî wargehên sivîlan û derdora nexweşxaneyên li Xezayê kir. Di 24 saetên dawî de ji ber van êrîşan jin, zarok û 23 kesên ku li benda alikariyên mirovî bûn jî tê de 62 kes jiyana xwe ji dest dan. 

Li nêzîkî Stadyuma Yarmûk a li Xezayê, di êrîşeke li ser xaleke kombûna sivîlan de sê kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku hejmara qurbaniyên êrîşa hewayî ya li ser Kolana El-Uyun gihîştiye heft kesan.

Zarok û sîvîl dibin hedef

Di bombebarana Îsraîlê ya li ser taxa Şêx Ridwan a bakurê Xezayê de ku li dijî sivîlan deverek bû, heft Filistînî jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de zarokek jî hebû. Li taxa Şûcayê di êrîşeke bi dronan de kesek û li taxa Tuffah jî di êrîşeke li ser malekê de du kes jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşeke balafira bêmirov  de ku li derdora Nexweşxaneya Şîfa sivîlan hedef girt, 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes birîndar bûn. Di êrîşên hewayî yên li ser du malan de yên li bajarê Deyr el-Belah pêk hat de jî  13 kes jiyana xwe ji dest dan.

Rafîf Ala ya sezdeh salî di gulebarana leşkerên Îsraîlê ya li bakûrê Xan Yunisê pêk hat de jiyana xwe ji dest da. Di vî êrîşî de gelek kes jî birîndar bûn. Di heman bajarî di êrîşa li hember sîvîlên ku li nêzî mizgefta Sunniyeyê kom bûbûn de jî sê kesan jiyana xwe ji dest dan.

Kesên ku li benda alikariya mirovî bûn hatin hedef girtin

Filistîniyên ku li nêzîkî xaçerêya Şuheda ya li bakurê Şerîda Xezayê li benda wergirtina alîkariya mirovî bûn, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin hedefgirtin. Nexweşxaneya Avde ya li Kampa Penaberan a Nuseyratê ragihand ku cenazeyên 23 kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, radestî nexweşxaneyê hatine kirin û gelek birîndar jî tên dermankirin.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24