Katz: Naîm Qasim bi agir dilîze wê hemû Libnanê bişewitîne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku eger hikûmeta Libnanê xwe di bin sîwana rêxistina Hizbullahê de biparêze, wê Libinanê bişwitîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di hevdîtina bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Libnanê Jeanine Hennis-Plasschaert re, derbarê êrîşên li ser Libinanê de, axivî.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, da xuyakirin ku eger hikûmeta Libnanê xwe di bin sîwana rêxistina Hizbullahê de biparêze, wê Libinanê bişwitîne û wiha lê zêde kir:

“Naîm Qasim bi agir dilîze, û agir wê Hizbullah û hemû Libnanê bişewitîne”.

Ev yek jî, piştî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naim Qasim hat, ku gotibû ku Hizbullah li dijî dan û staninên rasterast yên di navbera Libnan û Îsraîlê de ye.

Yisrael Katz her wiha eşker kir ku heta ku hêz û wargehên Îsraîlê yên li Celîlê bên bombebarankirin, li Libnanê ti agirbesteke rastîn çênabe.

Beriya niha jî, serokwezîrê Îsraîlê ferman dabû artêşê ku bi tundî erîşî navendên Hizbullahê bikin.

Piştî destpêkirina şerê dawî yê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, ku di 2´ê adarê de dest pê kir, balyozên Libnanê û Îsraîlê li Washingtonê du gerên danûstandinên rasterast li dar xistin. 

Piştî gera yekem, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di 17`ê Nîsanê de, agirbestek 10 rojî ji bo Îsraîl û Hizbullahê re ragihand.

Piştî gera duyem jî Donald Trump agirbesteke 3 hefteyan dirêj kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye