Li Bexdayê alîgirên Koma Berxwedana Îslamî xwestin bikevin Herêma Kesk

Alîgirên Koma Berxwedana Îslamî (Meqawemeî Îslamî) ya li Îraqê duh bi şev xwestin ku bikevin Herêma Kesk a li Bexdayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî Amerîka-Îsraîlê êrişî Îranê kir, li tevahiya Rojhilata Navîn rageşiya şer her ku diçe berfireh dibe.

 

Bi taybet hêdî hêdî bandora şer li Îraqê çêdibe.

 

 

 

Li Îraqê komên çekdar ên nêzî Îranê êrişî baregehên Amerîkayê dikin.

 

Li aliyek din alîgirên komên çekdar jî li Bexdayê dixwazin bikevin Herêma Kesk ya li Bexdayê ku konsolxaneya Amerîka lê ye.

 

Duh bi şev alîgirên koma çekdar ya bi navê Koma Berxwedana Îslamî (Meqawemeî Îslamî) (Seraya Awlya El Dem ) tê naskirin ku nêzî Îranê ye, daketin kolanan.

 

Alîgiran xwestin bikevin Herêma Kesk a li Bexdayê ku konsolxaneya Amerîka lê ye.

 

Bi armanca êrîşî konsolxaneya Amerîka bikin.

 

Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê rê li alîgiran girt û bû sedema aloziyan.

 

Alîgiran bê navber dirûşmeyên dijî kuştina Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyê bilindkirin û tê gotin heya derengiya şevê alozî dom kir.

 

Saraya Awliya el-Dam, ku wekî SAD jî tê nasîn, milîseke Şîe ye ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin û baregeha wê li Îraqê ye.

 

Ev rêxistin bi operasyonên xwe yên dijî-Amerîkî li bakurê Îraqê navdar e.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye