Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîm a Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf wê bi berpirsên payebilind ên Îraqê re bicive. Armanca fermî ya vê serdanê nirxandina geşedanên herêmî û xurtkirina hevkariya stratejîk a di navbera Tehran û Bexdayê de ye. Di hevdîtinan de wê mijarên wekî ewlehiya sînoran, rûbirûbûna terorê, hevkariyên aborî û şopandina peymanên hevpar werin guftûgokirin.
Lêbelê, rûyê herî girîng ê vê serdanê bi dosyaya çekdarkirinê ya li Îraqê ve girêdayî ye. Di demekî ku dema birêkûpêkkirina dosyaya çekan gav bi gav ber bi dawiyê ve diçe, beşek ji komên çekdar ên nêzîkî Îranê hîn jî amade nîn in çekên xwe radestî dewletê bikin. Ev rewş bûye sedema aloziyeke giran di navbera hikûmeta Îraqê û van koman de.
Tê çaverêkirin ku ji ber vê krîzê Îran bixwe destwerdanê bike; lewma serdana Qalîbaf jî wekî her carê rasterast bi vê dosyaya aloz re têkildar e.