Moskova di Bin Êrîşa 620 Dronan de ye; Rûsyayê Keştiyên Ukraynayê Bombebaran Kirin

Ukraynayê bi êrîşeke hevdem a bêhempa ku tê de 620 dron hatin bikaranîn, paytexta Rûsyayê Moskoyê armanc girt. Di bersivê de, artêşa Rûsyayê derbên giran li keştiyên serbazî û barhilgir yên Ukraynayê yên li Deryaya Reş dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê gihîşt asteke nû ya herî krîtîk û metirsîdar. Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên navxweyî û wezareta berevaniyê hatine ragihandin, artêşa Ukraynayê bi şev êrîşeke esmanî ya pirfireh bir ser Moskoyê paytexta Rûsyayê. Di vê êrîşê de herî kêm ve 620 dron bi awayekî hevdem hatin şandin da ku sîstema parastina esmanî ya Rûsyayê parçe bikin.

Li aliyê din, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku sîsteman piraniya van dronan li esmanê Moskovayê û derdora wê anîne xwarê. Di cih de û wekî bersiveke tund, balafir û mûşekên Rûsyayê bendergeh û keştiyên Ukraynayê yên li ser Deryaya Reş kirin armanc. Di encama vê bombebarana tund a Rûsyayê de, ziyanên mezin gihîştin çendîn keştiyên serbazî û yên veguhastina sotemeniyê yên Ukraynayê.

Ev rageşiya dawî nîşan dide ku her du alî stratejiyên xwe yên êrîşên kûr û hevdem zêde kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye