Trump soz da ku Viyetnamê ji lîsteya dorpêçan derxîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a desthilatdar a Vîetnamê Tu Lam, re civiya. Trump, got ku ew ê bixebite da ku Hanoi ji navnîşana welatên ku ji kirîna teknolojiya pêşkeftî ya Amerîkî qedexe ne, were derxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Civîna wan a yekem a fermî li Qesra Spî piştî beşdarbûna Lam ya ji bo civîna destpêkê ya Konseya Aştiyê ya li Washingtonê pêk hat.

 

Piştî civînê, peymanên bi nirxa zêdetirî 30 milyar dolarî hat ragihandin ku şîrketên hewayî yên Vîetnamî wê 90 balafiran, ji hilberînerên balafirên Amerîkî Boeingê bikire.

 

Vîetnam û DYA niha li ser peymaneke bazirganiyê danûstandinan dikin.

 

Tu Lam, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a desthilatê ye, ev posta herî bilind a desthilatdariyê li welêt e û dikare li ser navê welatê xwe biryaran bigre.

 

Trump bacên gumrîkê zêde kirin

 

Li gel van hevîdtinan hewlên Trump ên zêdekirina bacên gumrîkê jî didomin.

 

Biryara Trump a ku ji sedî 20 bacên gumrîkê zêde dikir, ji aliyê Dadgeha Bilind a DYA'yê ve hat betalkirin.

 

Trump, şeva borî piştî biryara Dadgeha Bilind, biryarnameyeke nû weşand û bacên gumrîkê ji sedî 10 zêde kir.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye