Tayland û Kamboçyayê piştî hewldanên navbeynkariyê yên Serokê Amerîkayê Donald Trump, amadebûna xwe ji bo dan û standinanê nîşan dan.
Di vî şerê ku di navbera her du aliyan de derketiye, herî kêm 33 kes hatine kuştine û zêdetirî 168,000 kesên din jî koçber bûne.
Serokê Amerîka Donald Trump ji her du welatan xwest ku şer bi dawî bînin û bi hev re bicivin.
Tayland û Kamboçyayê li ser civînekê li hev kirin
Serokwezîrê Kamboçyayê razîbûna xwe nîşan da û got: "Trump ji min re gotiye Tayland jî razî ye şer bi dawî bîne."
Rayedarên Taylandê jî dane xuya kirin ku ev yek ji bo leşker û gelên her du welatan guhertineke erênî ye.
Wezîrê parastinê yê Taylandê daxwaza dan û standinan ên bilez kir. Da ku bi riya hevdîtinan hemû pirsgirêk werin çareserkirin.
Tayland sînorê bi Kamboçyayê re bi temamî girtiye
Her du alî hevdu sûcdar dikin û her aliyek dibêje aliyê din dest bi şer kiriye.
Her du welatan balyozên xwe vekişandin û Taylandê sînorê xwe bi temamî bi Kamboçyayê re girt.
Wezîrê parastinê ya Taylandê got ku hewldanên Trump ên navbeynkariyê mijarek cuda ye û wiha berdewam kir:
"Operasyonên meydana şer dê berdewam bikin û agirbest tenê dikare çêbibe ger Kamboçya bi fermî dest bi dan û standinan bike."
Ji aliyê din ve jî, berdevka Wezareta Parastinê ya Kamboçyayê, hêzên Taylandî bi zêdekirina tund û tûjiyê û bikaranîna bombeyên qedexekirî, tawanbar kir.
Sînorê Tayland û Kamboçyayê 800 kîlometre ye
Sînorê 800 kîlometre di navbera Tayland û Kamboçyayê de, bi deh salan e ku nakokî lê heye, lê pevçûnên berê zû bi dawî dihatin.
Rageşiya herî dawî di meha Gulanê de gur bû, dema ku leşkerekî Kamboçyayî di pevçûnekê de hat kuştin, ev yek jî bû sedema nakokiyeke dîplomatîk û siyaseta navxweyî ya Taylandê aloz kir.