Zubeyde Zumrut: Em ê tu carî Peymana Lozanê qebûl nekin

Kurdistanî li bajarê Lozan a Swîsreyê di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. Kesên li ser navê partî û rêxistinên Kurdan axivîn diyarkirin ku ew ti carî Peymana Lozanê qebûl nakin û ji bo diyarkirina stratejiyek hevpar banga pêkanîna yekîtiya netewî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kurdîstanî û dostên xwe yên li ewropayê bi boneya 102emîn salvegera peymana Lozanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiyek lidarxistin.

Çalakî bi dirûşma "Me statuya Lozanê qebûl nekiriye û qebûl nakin" hate kirin.

Çalakvanan diyar kirin ku pêdivî bi pêşxistina stratejiyeke hevpar heye û gotin, Peymana Lozanê êdî ne derbasdar e."

Beriya meşê Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut derbarê rojevê de axivî û got:

 "Me sed sal li hember vê peymana înkarê li ber xwe da.

Me tu carî ev peyman qebûl nekiriye û em ê tu carî qebûl nekin. Divê ev şerm bi dawî bibe."

Girse piştî axaftinan di bin barana dijwar de ber bi avahiya dîrokî ya Ouchy ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "bijî yekîtiya gelê Kurd" hate berzkirin.

Piştî meşê li ber avahiya dîrokî Ouchyê ku peyman lê hat îmzekirin mîtîng hat lidarxistin. Li ser navê partî, rêxistin, tevger û komên olî yên Kurd axaftin hatin kirin.

 

Deklarasyona Lozanê ya KNK’Ê: Stratejiyek hevpar pêwîst e

 

Piştî axaftinan Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li qada mîtîngê danezana 102’emîn salvegera Peymana Lozanê ragihand.

Danezan ji aliyê Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus ve hat xwendin.

Di danezanê de banga yekîtiya neteweyî di navbera partî û saziyên Kurd de hat kirin û li ser pêwîstiya pêşxistina stratejiyeke hevpar li dijî statûkoya Lozanê hat rawestandin.

Zubeyîr Aydar: Em ji bo yekîtiya neteweyî amade ne

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar jî di çalakiyê de amade bû diyar kir ku ew statûkoya Lozanê qebûl nakin û wiha got.

 

Heval Ebubekîr: Pêvajo berpirsyariyeke dîrokî li ser me ferz dike

 

Her wiha walîyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr jî axivî.

Heval Ebubekîr di axaftina xwe de diyar kir ku rewşa gelê Kurd ji her demê zêdetir başe, divê hemû hêzên Kurdî di vê pêvajoyê de bi yek îradeyê tevbigerin.

Piştî Walîyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr, nûnerên saziyên Kurdistanî yên ku di çalakiyê de cih girtin axivîn.

Her wiha hate diyar kirin ku di çarçoveya hevsengiyên nû yên herêmî û navneteweyî de peymaneke alternatîf mimkun e.

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

 

 

        

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24