Li devereke Çiyayê Alpan a li Swîsreyê di şeva sersalê de şewat derket.
Navenda kaşûnê ya Crans-Montanayê bi karesateke mezin derbasî sala nû bû.
Şewata li bara “Le Constellationê” ya li vê navendê bû sedema mirina 40 kesan.
115 geştîyar, di vê şewata kambax de birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku rewşa piraniya birîndaran giran e.
Polîsan, eşkere kirin ku xebat ji bo naskirina qurbaniyan û agahdarkirina malbatên wan, berdewam e.
Serokê Swîsreyê Guy Parmelin di civîneke çapemeniyê de got ku şewata Şeva Sersalê ya kujer yek ji trajediyên herî xirab a welêt e.
Parmelin destnîşan kir ku gelek ji qurbaniyan ciwan bûn.
Kantona Valaisê rewşa awarte ragihand
Hikûmeta Kantona Valais piştî bûyerê rewşa awarte ragihand.
Fermandarê polîsên kantonê Frédéric Gisler, ev agahî da rojnamevanan:
"Bûyer li dora saet 1.30ê sibehê ya di 1ê Çile de li barekî qerebalix qewimî.
îhtîmal e qurbanî ji neteweyên cuda bin."
Birîndar ji bo nexweşxaneyên cûrbecûr li seranserê Swîsreyê hatine veguhastin.
Li Nexwaşxaneya Sionê, 60 kes têne dermankirin, li Lozanê niha 22 nexweş têne dermankirin.
Di heman demê de nexweşxaneya Zurichê zêdetirî deh qurbaniyên şewatê qebûl kiriye.
Fransayê, piştrast kir ku herî kêm 9 welatiyên wê di nav brîndaran de ne.
Îtalyayê jî ragihand ku nêzîkî 15 welatîyên wê di şewatê de brîndar bûne.