Di encama êrîşên Ûkraynayê yên li ser Rûsyayê de 7 kes mirin

Rageşiya di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam e. Rûsyayê ragihand ku di êrîşa Ûkraynayê de 370 dron hatin xistin û di encamê de 7 kes hatin kuştin. Ji aliyê xwe ve jî, Ûkraynayê da zanîn ku di êrîşên Rûsyayê yên li ser du benderên Deryaya Reş de 3 kes mirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Bê navber Ûkrayna û Rûsya êrîşên xwe li ser hev didomînin.

Li gorî agahiyan di êrîşeke dronan a Ûkraynayê de ku navendeke lojîstîkê li bajarekî piçûk li rojavayê Rûsyayê hedef girt, di encamê de 7 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.

Parêzgarê herêma Tambov Yevgeny Pervyshov bi postekê li ser Telegramê ev agahî parve kir:

"Dema ku dronên dijmin navendeke lojîstîkê ya herêmî, hedef girtin, 7 karkerên şevê hatin kuştin."

Rûsya: Me 370 dronên Ûkraynayê anîne xwarê

Serokê şaredariya Moskovayê Sergei Sobyanin jî ragihand ku zêdetirî 370 dronên di şevê de ber bi Moskovayê ve hatine avêtin û da zanîn ku piraniya wan ji hêla parastina hewayî ve hatine xistin.

Sobyanin diyar kir ku 64 dronên Ûkrayna dema ku nêzîkî Moskova bûn hatin hilweşandin.

Karbidestên Ûkraynî: 3 kes di êrîşên Rûsyayê de hatin kuştin

Li hember van êrîşan jî Rûsya êrîşî Ûkrayna kir.

Ji aliyê din ve, Karbidestên Ûkraynî gotin ku di encama êrîşa Rûsyayê de li ser du bajarên Deryaya Reş ên Ûkraynayê sê kes hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku hêzên wê li benderên Odessa û Çornomorsk ên Ûkraynayê tesîsên leşkerî kirine hedef.

Her wih Parêzgarê herêma Odessa ya Ûkraynayê Oleh Kyper got ku Rûsyayê êrîşek li ser binesaziya bendera Odessa pêk anî û keştiyek ku ala Antîgua û Barbuda hildabû hedef girt di encamê de kesek kuşt.

Kiper da zanîn ku sê kesên din jî birîndar bûn û tesîsên binesaziyê di nav de çend avahî, konteynerên depoyê û depo, zirar dîtin.

"Êrîşên Rûsyayê hinardekirina genimê Ûkraynayê asteng kiriye"

Rojnameya Financial Times destnîşan kir ku êrîşên Rûsyayê yên li ser benderên Ûkraynayê, hinardekirina genimê Ûkraynayê bi rêya Deryaya Reş asteng kiriye.

Rojnameyê ragihand ku bendera Odessa, ku mezintirîn bendera ku ji hêla hêzên Ûkraynayê ve tê bikar anîn, sêyeka kapasîteya xwe ya depokirinê winda kiriye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24