Serdozgeriya Komarê ya Mûglayê, di 20ê Cotmehê de, derbarê 35 gumanbaran de biryara binçavkirinê dabû.
Li gor serdozgeriyê, ev biryar bi avakirina rêxistinê ji bo tawanê, gendelî, destwerdana di îhaleyan û sextekariya di belgeyên fermî de hatibû dayin.
Di encama vê lêpirsînê de Şaredarê Milasê Feyzî Topuz û kurê wî Doruk Topuz jî di nav de 18 gumanbar hatin girtin.