Barrack: Hîn jî pêkane îsraîl û sûriyê li hev bikin

Nûnerê taybet ê Serokatiya Amerîkayê li Sûrî û Îraqê Tom Barrack got ku pêkanîna lihevkirinekê di navbera Şam û Til Avîvê pêkan e. Li aliyekî din Tom Barrack diyar kir ku herêma ji Dera heta bi Siwêydayê navenda hilberîna Captagonê ye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Têkiliyên di navbera Sûrî û Îsraîlê de, di rewşeke aloz re derbas dibin.

Nûnerê taybet ê Serokatiya Amerîkayê li Sûriyê û Îraqê Tom Barrack behsa vê mijarê kir.

Tom Barrack diyar kir ku pêkanîna peyamanekê di navbera Şam û Til Avivê de mûmkine û wiha got:

"Gihîştina lihevkirinekê di navbera Sûrî û Îsraîlê de hîn jî pêkan e.

Şam ji bo dûrketina ji aloziyeke berfireh, di bersivdayîna tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyê de, sebrê dikşîne.

Tevgera Îsraîlê li başûrê Sûriyê, ji ber fikarên ewlehiyê û xwesteka parastina herêma bêçek pêk tên."

Barrack: Gotinên şêxekî durzî ku piştigiriya Amerîkayê wergirtiye nerastin 

Têkildarî rewşa li Siwêydayê, Barrack nîgeraniya xwe anî ziman û ev tişt got:

"Şêxekî Durzî da ku zordariyê li ser Durziyan bike, ji xeyala piştgiriya Îsraîlê, li gel miqdarek ji erêkirinê Washingtonê, keysbaziyê dike."

Nûnerê taybet yê Serokatiya Amerîkayê li Sûriyê û Îraqê Tom Barrack, angaşên şêxekî Durzî ku gotibû wî piştgiriya Amerîkayê wergirtiye wekî "nerast" bi nav kir.

Barrack: Herêma ji Dera heta Siwêydayê navenda hilberîna Captagonê ye

Tom Barrack li ser çêkirina Cabtagonê jî wiha axivî:

"Herêma ji Dera û heta bi Siwêydayê, wekî navendeke cîhanî ji bo hilberîn û qaçaxçîtiya Captagonê tê bikaranîn.

Ev bazirganî rê dide ku hinek Durzî çekên xwe bidestbixin."

Der barê raporên ku dibêjin Îsraîl komên Durzî li Siwêydayê biçek dike, Barrak diyar kir ku ev rapor hîn nehatine piştrastkirin, lê wî bal kişand ser wê îhtîmalê ku dibe çek di rêya sînor re têne derbaskirin.

Di dawiya axftina xwe de Tom Barrak tekez kir ku tevî aloziyên li başûrê Sûriyê, gihîştina lihevkirinekê di navbera Şam û Tel Avîvê de hîn jî vebijarkeke pêkan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye