Di qezayeke trafîkê de li nêzî Mêrdînê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di qezayeke trafîkê de li nêzî Mêrdînê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Mêrdînê, erebeyek ji kontrolê derket û kete qenala avê ya li kêleka rê, ji heman malbatê 4 zarok jî di nav de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qeza, duh êvarî li ser rêya Cizîrê ya navçeya Nisêbînê, li taxa Tepealtiyê pêk hat.

Erebeya ku ji kontrolê derketî ket nav qenala avê ya kêleka rê.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkuj û cendirme berê xwe dan cihê qezayê.

Di qezayê de 4 kes li cihê bûyerê û 2 kesên din jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê li ser qezayê, lêpirsîn da destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye