Taxa Şêx Meqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

Çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ku bi dijwarî êrîşî taxa Şêx Meqsûdê dikin, hewl didin bi desteka balafirên keşfê yên dewleta Tirk bi pêş de biçin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi awayekî fedaiyane dewam dike.

Li gorî agahiyên ku ji qadê hatine wergirtin, balafirên keşfê yên tîpa Bayraktar ên dewleta Tirk bi awayekî dijwar taxa Şêx Meqsûd bombebaran dikin.

Çekdarên girêdayî hikumeta Veguhêz bi piştgiriya balafirên dewleta Tirk hewl didin bi pêş de biçin.

Berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parastina taxa Şêx Meqsûdê bi awayekî fedaiyane berdewam dike.

Gel ji bo xwedîderketina li birîndaran ber bi Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ve dimeşe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye