KONFERANSA KURDÎ LI FRANSAYÊ BI PEYAMÊN GIRÎNG DERKET

Nûnerên Kurd û parlamenterên Fransî di konferansa li Parîsê de diyar kir, çareseriya ku Kurd ne tê de bin, mayinde nabe. Di rûniştina 2'an de helwest û berpirsiyariya dîplomatîk a Fransayê têkildarî pirsgirêka Kurd hat gotûbêjkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konferansa Kurd a ku di bin banê Meclisa Neteweyî ya Fransayê de hat lidarxistin, têkildarî rol û pêşeroja Kurdan di teşedayîna Rojhilata Navîn de, bi peyamên girîng derket.

Ev Konferans ji hêla Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa û Koma Xebatê ya Kurd a Meclisê ve hat lidarxistin.

Di Konferansê de gelek siyasetmedar, akademîsyen û parlementerên kurd û cîhanê hatin gel hev.

Tuncer Bakirhan: Kurd êdî aktorê diyarker in

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên înkar û zordariyê ku di sedsala dawî de li ser Kurdan hatine meşandin.

Bakirhan anî zima ku Kurdan bi têkoşînê hebûna xwe parast û îro li Rojhilata Navîn bûne hêzeke diyarker.

Siyamend Mûînî: Xwepêşandanên "Jin Jiyan Azadî" şiyarbûnek ava kiriye

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêşketinên li Îranê û destnîşan kir ku li rojhilatê Kurdistanê fişar, bidarvekirin û girtin berdewam dikin.

Mûînî anî ziman ku xwepêşandanên "Jin Jiyan Azadî" di nava civaka Kurd de şiyarbûneke siyasî ya girîng ava kir û destnîşan kir ku Kurd niha di diyarkirina pêşeroja xwe de gihîştine xaleke rêxistinkirî û zanyariyê.

Blesa Cabar Farman: Aloziyên herêmî gefê li destkeftiyên Kurdan dixwin

Endama Desteya Rêveber a YNK'ê Blesa Cabar Ferman jî li ser navê başûrê Kurdistanê axivî û diyar kir ku ew naxwazin bi welatên cîran re di nava pirsgirêkan de bin, lê tevî vê yekê, bi êrîşan re rûbirû dimînin.

Blesa Ferman diyar kir ku tevî hewldanên ji bo parastina aramiya başûrê Kurdistanê jî, aloziyên herêmî gefê li destkeftiyên Kurdan dixwin.

Fuad Omer: Welatên rojavayî çavên xwe ji gefên Nusrayê digirin

Ji Rêveberiya PYD'ê Fuad Omer ku ji Rojava beşdar bû, axivî û helwesta welatên rojavayî rexne kir, her wiha diyar kir ku ew çavên xwe ji gefên li ser destkeftiyên herêmê yên bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam tên kirin, digirin.

Omer anî ziman ku tevî vê yekê jî Kurd wê bi gelên din ên Sûriyê re têkoşîna xwe ya ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk û hevpar bidomînin.

Parlamenterên Fransî berpirsyariya Fransayê ya di pirsgirêka Kurdî de anî ziman

Ji aliyê Fransî ve, Thomas Portes, Danielle Simonnet, Anna Pic û Jean-Paul Lecoq di rûniştina duyemîn a konferansê de axivîn û li ser rol û berpirsiyariya Fransayê ya di pirsgirêka Kurdî de nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Konferans bi axaftina girtinê ya wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê yê berê Jean-Michel Blanquer bi dawî bû.

Peyama hevpar: Li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareserî nabe

Peyama hevpar a ku di konferansê de derket holê ev bû ku Kurd, tevî înkarkirina sedsalan jî, li Rojhilata Navîn bûne aktoreke siyasî ya bihêz.

Beşdaran li ser çareseriyeka herêmî ya bêyî Kurdan ku wê mayinde û demokratîk nebe, li hev kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye