Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk serpereştiya konferansê dike

Ziman, Çand, Hebûn, Nasname û Hişmendiya Kurdan wê were nîqaşkirin. Bi dirûşmeya “Bi yekîtiyê ber bi aştiyê ve” konferans dest bi karê xwe dike. Gelek Siyasetmedar û nivîskar derbasî konferansê dibin, pêşniyarên çareseriyê ji bo pirsgirêkên Kurdan wê bên nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mehmet Kamaç hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk got: “Ev pêvajo zêdetirî salekê ye hatiye avakirin û hîn jî berdewam e, lê mixabin heya niha Ziman, Çand, Nasname û Dîrok tune tê hesibandin.”

Piştî serhildana Agirî, wêneyek hatibû belavkirin û ji bo dîrokê jî bûye mal, tê de gorek heye, nivîsa xeyala Kurdistanê li ser hatibû binaxkirin. ji ber vê yekê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan li Bazîdê xwedî nirx û dîrokî ye.

 

Konferans li Bazîdê birêve diçe û ji 3 rûniştinan pêk tê

 

Kamaç anî ziman ku wê konferans ji sê rûniştinan pêk were.

Peyama rêberê gelê Kurd,  Abdullah Ocalan a ku di 27ê şubatê de hatibû dayîn û kongreya 12emîn a PKK`ê û biryarên kongireyê bandora xwe li ser rewşa siyasî li seranserê herêmê kirin, û li gor çavdêr û şopêneran, ev peyam û biryar dîrokî bûn.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin, ku li Rojhilata Navîn modela jiyaneke hevpar a demokratîke ji bo hemû gelan mînaka wê ya berçav 14 saliya Şoreşa Rojava ye.

Ji bo tevlîbûna konferansê, Kamaç bang li gelê Kurd kir û got: "Di dîroka gelê Kurd de gelek xebat ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd hebû, lê me dît ku ev xebat ne serkeftî bûn. ji ber vê jî di sala bûrî de xebatên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dan destpêkirin. Di dawiyê de em dibêjin werin em bi hev re kar bikin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24